K24 derbasî gundên Efrînê yên tên topbarankirin dibe
K24 – Efrîn
Roj bi roj qurbaniyên deverên Efrîn û Şehbayê ji encama topbarana artêşa Tirkiyê zêde dibin. Tîma K24ê serdana wan herêman kir û ew bûyer belge kirin.
Berdewamıya topbarana artêşa Tirkiyê wêraniyê di nav mal û zeviyên welatiyan de dihêle, ku heta niha 15 welatî birîndar bûn û 5 welatiyan canê xwe ji dest dane.
jı 6ê vê mehê ve artêşa Tirkiyê bi awayekî rojane herêmên sivîlan li Efrîn û Şehbayê topbaran dike, bi hiceta ku baregehên YPGê dike aramnc, lê di rastiya wê topbaranê de sivîl dibin qurbanî.