Amerîka: Bihêziya Herêma Kurdistanê di berjewendiya Iraqê de ye
K24 - Navenda Nûçeyan.
Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, ku ew bihêvî ye Herêma Kurdistanê bihêz be ji bo aramiya demdirêj li Iraqê berqerar bibe.
Di bersiva xwe de li ser pirsa nûçegihana K24ê li Amerîka (Lorî Maylor), peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka (Heather Nauert) ragihand, ku bihêziya Herêma Kurdistanê di Iraqeke fedral de, ji berjewendiya aramiya demdirêj ya Iraqê ye.
Heather Nauert derbarê pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de got: Em herdu aliyan han didin, daku ew kêşeyên mayî çare bikin.
Nauert zelal kir, ku Amerîka di wê baweriyê de ye, bihêziya Kurdistanê aramiyê ji Iraqê re peyda dike û got: Ez di wê baweriyê de me, ku bihêziya Herêma Kurdistanê di Iraqeke yekgirtî û federal de, pêwîstiyek e ji Iraqê re û herwiha di berjewendiya aramiya demdirêj a Iraqê de ye.
N.O