Alîkariyên leşkerî yên Amerîka bo YPGê berdewam e

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka karwaneke din ya hevkariya leşkerî ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re birê dike.

Li gor nûçeya “AA” Amerîka şeva borî karwaneke din ya alîkariyên leşkerî ji YPGê re şandiye bakurê Reqayê, ku ji 112 barhilgir pêk hatiye û çek û teqemenî tê de bûn.

Herwiha aşkere kiriye ku, Di wê karwanê de wesayîtên bizirx ên "Hummer", tankerên sotemeniyê û wesaîtên din hebûn.

Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî diyar dikin, bo piştevanîkirina ji operasyona kontrolkirina navenda bajarê Reqayê, hevkariyên leşkerî ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re dişînin.

Li gor zanyariyên wê ajansa Tirkî, ku di meha Tîrmehê de zêdetirî 629 barhilgir ku ji çek, teqemenî û kelûpelên leşkerî ji Amerîka ve gihêştine YPG û HSDê.

YPG ku hêza sereke ya HSDê ye, ji 6 Hezîrana borî ve û bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ bi serokatiya Amerîka dest bi operasyona kontrolkirina navenda bajarê Reqayê kiriye, heta niha jî zêdetirî ji sedî 55 ji wî bajarî kontrol kiriye.