Trump: Îranê dest bi vekişandina çekdarên xwe ji Sûriye û Yemenê kiriye
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, piştî vekişîna Amerîka ji rêkeftina atomî a bi Îranê re, Îranê dest bi vekişandina çekdarên xwe ji Sûriyê û Yemenê kiriye.
Serokê Amerîka Donald Trump di hevdîtinekê ligel kenala “Fox News” de ragihand, ew bi bawer e ku Îran hatiye guhartin û nema berve deryaya naverast û berve Sûriye û Yemenê dinire.
Trump got jî, Îranê ji ber pirsgirêka atomî çekdarên xwe şandibûn Sûriyê, lê vê carê riftarê wî welatî zêdetir erênî hat. Îran ne ew welatê berî 3-4 mehan e, wê demê zêdetir wêrektir bû.
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja 8ê Gulana bûrî vekişandina welatê xwe ji rêkeftina atomî li gel Îranê ragehand û got ewê cezayên tund li ser wî welatî bisepînin.
Washington Îranê tometbar dike ku hevkariyên leşkerî pêşkêşî hikûmeta Sûriyê û Hosiyên Yemenê dike û ev yek jî aramiyê li Rojhilata Navîn jinav dibe.
Jêder: RT