Firokeyeke Cezaîrê kete xwarê: 200 kuştî

Firokeyeke leşkerî ya Cezaîrê kete xwarê, li gor zanyariyên destpêkê nêzîkî 200 kesan di encamê de canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyeke leşkerî ya Cezaîrê kete xwarê, li gor zanyariyên destpêkê nêzîkî 200 kesan di encamê de canê xwe jidest dan.

Hat ragihandin, firokeyeke leşkerî ya Cezaîrê ji cura “Ilyushin” li nêzîkî paytexta wî welatî kete xwarê û di encamê de nêzîkî 200 kesên di wê firokeyê de bûn canê xwe jidest dan.

Firokeya “Ilyushin” ku wek firokeyeke veguhastina pêwîstiyên leşkerî tê zanîn, ji bilindahiya 300 M û li nêzîk firokxaneya Bofarîk 35. K.M dûrê Cezaîra paytext ketiye xwarê. 

 

S. B