Hikûmeta Sûryê: Em naxwazin Kurd û Ereb û Aşûrî dijatiya me bikin

Fêsel Miqdad: Em hêvîdar in bi Tirkiyê re pêwendiyên me baş bibin, lê ji bo vê yekê hin mercên me hene. Divê Tirkiyê dev ji piştgiriya terorîstên li nav Sûryê berde û hêzên xwe vekişîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Cîgirê wezîrê derve yê Sûryê Fêsel Miqdad, di daxuyaniyekê de ji ajansa Sputnika ya Rûsî re ragihand, Hikûmeta Sûryê naxwaze welatiyên wê ji Kurd, Ereb û Aşûriyan dijatiya wê bikin û li dijî berjewendiya welatê xwe, xizmeta pilanên Israîlî û welatên biyanî bikin.

Fêsel Miqdad got: Hin alî hene fêm dikin û beşek heye, heya niha fêm nekiriye ku Amerîka li gorî berjewendiyên xwe li gel wan kar dike û her dema ku armancên xwe pêkbîne wê dev ji wan berde.

Miqdad derbarê pêşinyara Amerîla ya şandina hêzên Erebî ji bo Sûryê got: Emê weke hêzeke dagîrkir serederiyê li gel wê hêzê bikin.

Derbarê hebûna hêzên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê û li Idlibê, Cîgirê wezîrê karê derve yê Sûryê got: Em hêvîdar in bi Tirkiyê re pêwendiyên me baş bibin, lê ji bo vê yekê hin mercên me hene. Divê  Tirkya dev ji piştgiriya terorîstên li nav Sûryê berde û hêzên xwe vekişîne.

Li ser pirsa hebûna hêzên Îran û Hizbullaha Lubnanî li Sûryê, navhatî diyar kir, ku ew hêzana bi vexwendineke fermî ji aliyê Hikûmeta Sûryê ve hatine û biryara man yan nemana wan, di destê Hikûmeta Sûryê de ye.

Tekez jî kir ku her sentîmetrek ji axa Sûryê wê vegere jêr destihlata wê, û ev biryara wan bi piştevaniya hevalbendên Sûryê ye û yasayên navdewletî û Netewên Yekgirtî ye.

N.O