Ozçelîk: Ji Kurd re Tifaqa Welatperwer û Demokrat alternativ e

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustefa Ozçelîk li ser amadekariyên hilbijartinên herêmî ên 31ê Adarê ji K24ê re ragihand, dema me bi PSKê re tifaqa Welatperwer û Demokrat pêk aniye û gava namzetên serbixwe avêt, sê armancê wan yên sereke hebûn.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustefa Ozçelîk li ser amadekariyên hilbijartinên herêmî ên 31ê Adarê ji K24ê re ragihand, dema wan bi PSKê re tifaqa Welatperwer û Demokrat pêk aniye û gava namzetên serbixwe avêt, sê armancê wan yên sereke hebûn.

Li ser armancên tifaqa Welatperwer û Demokrat  ozçelîk got: “Yek, em li dijî siyaseta dewleta Tirkiyê ya înkarkirina miletê me û mafê wî yê netewî ne. Duyem, li dijî siyaseta kolana xendekan a tê meşandin e, di vê derbarê de dibînin ku pirêzeya HSDê daniye, şaşîtiyê wê zêde ne, ku li Bakurê Kurdistanê bêyî ku em di nava Kurdan de nakokî û dijminiyê kûr bikin, em azadî, demokrasî û pirrengiyê berfereh bikin. Ya sêyem jî, em dengekî baş bidest bixin û di siyaseta Bakurê Kurdistanê de em balansekê çê bikin.”

Serokê PAKê got jî: “Em di her du armancên xwe yê destpêkê de biser ketine, li hember siyaseta dewleta Tirkiyê xebateke baş kiriye û me gotiye em ne bi danîna qeyuman û kolandina xendekan e. Herwiha welatperwerên Bakurê Kurdistanê yên serbixwe jî pêşwaziyeke baş ji tifaqa Welatperwer û Demokrat re dikin.”

Ozçelîk got: Dadegha Bilind a Tirkiyê li dijî partiyên navê Kurdistan tê de heye doz vekir û daxwaza girtinê kir. Îro AKP û rêveberiya dewleta Tirkiyê siyaseta xwe li ser dijatiya Kurd daniye, ne tenê li Bakur, belkû li Rojava û Başûrê Kuridstanê jî, ji ber wê divê gelê me dengê xwe nede AKP û MHPê û divê Kurd dengê xwe nede partiyên din ên wek Iyi Partî û CHPê jî. Herwiha HDPê jî bi siyaseta xwe rê vekiriye ku gelek destkeftiyên me ji holê rabin. Ji ber wê alternativa ji Kurdan re heye, tifaqa Welatperwer û Demokrat e.

 

 

S. B