Hevserokê HDPê yê Mêrdînê Elî Sincar hat girtin

Li bajarên Bakurê Kurdistanê girtina namzet û serokên Partiya Demokratika Gelan (HDP) yên bajar û navçeyan berdewam dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarên Bakurê Kurdistanê girtina namzet û serokên Partiya Demokratika Gelan (HDP) yên bajar û navçeyan berdewam dike.

Li Mêrdînê ku ji ber meşa pişteveniyê ji Leyla Gûvenê re 13 kes hatibûn binçavkirin, 12 welatî hatin berdan, lê Hevserokê HDPê yê bajarê Merdînê hat zîndanîkirin.

Dozger, Hevserokê HDPê yê bajarê Mêrdînê Eli Sincar, bi tohmeta rêxistinkirina çalakiyên nedesturî, tawambar dike.

 

S. B