Îran red dike deriyên sînorî bi Kurdistanê re girtibin

Wezareta Derve ya Îranê ragihand, Îran sînorê xwe bi rûyê Herêma Kurdistanê de vekiriye û nagire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Îranê ragihand, Îran sînorê xwe bi rûyê Herêma Kurdistanê de vekiriye û nagire.

Ajansa nûçeyan “Tesnim” belav kir, Peyvdarê Wezareta Derve ya Îranê bi şaşî gotiye ku deriyekî bijayî yê sînorî hatiye girtin, bi ti awayekî deriyên sînorî bi rûyê Herêma Kurdistanê de nehatine girtin.

Tekezî li ser wê kir jî, sînorê di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de vekirî ye.

Ev daxuyaniya Wezareta Derve ya Îranê piştî wê yekê hat, girtina sînorê di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de hatibû belavkirin.