Kurdistan24 pirsa serxwebûna Kurdistanê dibe parlementoya Brîtanyayê

K24 – Navenda Nûçeyan

Kurdistan24 pirsa serxwebûna Kurdistanê dibe nava parlementoya Brîtanyayê û bi hevkariya rojnameya bi navûdeng “Daily Telegraph” a Brîtanî û navenda Pêşxistina Kurd li Londonê panelekê bi rê ve dibe.

Panel roja 11 Îlonê ji demjimêr 17:00 ta 19:00 bi rê ve diçe û hejmarek parlementerên Brîtanî yên ji Partiya Parêzgaran a desthilatdar tê de beşdar dibin.

Armanca panelê bo xistina ronahiyê li ser pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê li navendên fermî û medyayî yên Brîtanyayê û her yek ji parlementerê Brîtanî a ser Partiya Parêzgaran Nedîm Zehawî, endamê Partiya Parêzgeran Jack Lopresti, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brîtanyayê Cemal Tahir û Birêvebirê Giştî yê Dezgeha Kurdistan24ê bo Ragihandin û Lêkolînan Nûredîn Weysî beşdariyê di panelê de dikin û ji aliyê Berpirsê grûpa parlementerên dostê Kurd di parlementoya Brîtanyayê Gary Kent bi rê ve diçe.

Rojnameya Daily Telegraph a Brîtanî, yek ji rojnameyên ku li Brîtanyayê pir tê firotan e, paşkoyeke taybet bi serxwebûna Kurdistanê derdixe.

Ew paşko jî taybet bi belavkirina gotar û babetên parlementer û siyasetmendarên Brîtanî dibe û ew gotar û babetên tên belavkirin jî ji bo piştevanîkirina li serxwebûna Kurdistanê ne û girêdayî şert û mercên nû yên Kurdistan, navçê û cîhanê dibin.

Ev duyem karê hevbeş ê Kurdistan24ê û medyaya cîhanî ye, bo rêkxistina korbend û konferansên taybet bi serxwebûna Kurdistanê û li navendên fermî yên welatên bihêz tê birêvebirin.

Roja 28 Tîrmeha borî, Kurdistan24 ligel rojnameya Washington Times konferasneke di bin navê “Kurdistan, Hevpeymanê Stratejîk a Kurdistanê” de li Washingtonê li nava Kongressa Amerîka bi rê ve bir û her yek ji Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, endamê Polîtburoya YNKê û Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm û hejmarek ji endamê Kongressa Amerîka û generalên artêşa Amerîka tê de beşdar bûn.

Di roja birêveçûna wê konferansê de, rojnameya Washington Timesê hejmareke taybet li ser Kurdistanê belav kir, ku hejmarek ji Kongressman, siyasetmedar û nivîskarên Amerîkî û Kurd gotar tê de belav kirin û piştevaniya referandûma serxwebûna Kurdistanê kirin.