Germa û nebûna kehrebê 10 Iraqî kuştin

Şepêleke germê ji destpêka meha Tîrmehê bi ser Iraqê ve hatiye û ji ber nebûna kehrebê û pêwîstiyên sereke di nexweşxaneyan de hejmarek ji Iraqiyan mirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şepêleke germê ji destpêka meha Tîrmehê bi ser Iraqê ve hatiye û ji ber nebûna kehrebê û pêwîstiyên sereke di nexweşxaneyan de hejmarek ji Iraqiyan mirin.

Rojnameya “alaraby.co.uk” raportek belav kir û li ser zarê berirsên navxweyî diyar kir, hejmarek nexweş ji ber qutbûna kehrebê di dema pêla germê de li nexweşxaneyan de mirine.

Herwiha li ser zarê jêderekî bijîşkî belav kiriye, herî kêm 10 welatiyên Iraqî ku piraniya wan zarok in di 3 rojên dawiyê li nexweşxaneyên Bexda, rojava û başûrê Iraqê mirine, ew jî bi sedema ku rojane çend demjimêran kehrebe dihat qutkirin.

Wî jêderî bijîşkî da zanîn, kehrebeya niştimanî rojane kêmtirî 6 demjimêran heye û jenetorên yedek ên li nexweşxaneyan hatine danîn jî, karînên wan tune ne ku rojane 18 ta 20 demijêran kehrebê dabîn bikin.

Got jî, di dema neştergerî tên kirin, ji ber birîna kehrebê amîreya Oxygen û amîreyên din tên rawestandin, 2 endamên hêzên leşkerî ku birîndar bûn, di bin neştergeriyê de canê xwe jidest dan.

Di çend rojên bûrî de şepêleke germê bi ser parêzgehên Iraqê de hat û li çend parêzgehan pileya germê gihîşt 50 pile jî derbas kir, li bajarê Emare jî pileya germê gihîşt 51 pileyê.

 

S. B