Hikûmeta Tirkiyê rojnamevaneke Hollandî dersînorkir
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiyê rojnamevaneke Hollandî dersînorkir.
Rojnamevana Hollandî Ans Boersma, ko çendîn sal in li Stenbolê kar dike ji bo dirêjkirina dema îqameya xwe, çû daireya biyaniyan lê ji aliyê Asayîşa Tirkiyê ve hate destserkirin û piştre jî hate dersînorkirin.
Di derbarê mijarê de Serokomariya Tirkiyê daxûyaniyek da û diyar kir, ko ti pêwendiya dersînorkirina rojnamevana Hollandî bi karê wê re nîn e. Dezgeha Hawalgirî ya Hollandayê hikûmeta Tirkiyê agahdar kiriye, ko pêwendiya wê rojnamevanê bi rêxistinên terorê re heye û dersînorkirina wê jî, li ser vê hincetê bûye.
C.B