Amnesty liser Reqayê rexne li Hevpeymanan digre

Rêxistina Lêborîna Navdewletî Amnesty International radighîne, Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî piraniya avahiyên Reqayê wêran kiriye û alîkariya jinû avakirina wê nekiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Lêborîna Navdewletî Amnesty International radighîne, Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî piraniya avahiyên Reqayê wêran kiriye û alîkariya jinû avakirina wê nekiriye.

Rêvebira lêkolînên navdewletî di rêxistina navborî de Anya Nayistat di kongreyek rojnamevanî de li Beyrût a paytexta Lubnanê ragihand, piştî derbasbûna nêzîkî yek salê liser şerê bajarê Reqayê, hîn 80 ji sedî ji wêraniyên li wî bajarî nehatin e sazkirin. Diyarkir, nêzîkî 30 hezar avahî bi temamî, û 25 hezar avahî nîv temamî, jiber operasyonên leşkerî yên Hêzên Hevpeymanan wêran bûn e, û bi hezaran term di bin wêraniyên avahiyan de man e, û tu kar ji bo vegerandina jiyanê ji bo wî bajarî nekirin e.

Wê berpirsa rêxistina Amnesty ragihand, heta niha 2500 term ji bin avahiyên wêrankirî hatine derxistin û zêdetirî ji 3 hezar term jî, man e.

 

 

 

C.B