"Kurd ji bo mûçe dest ji serxwebûnê bernadin"

Pêncwênî: Hikûmeta Bexdayê bi çend riyên çewt dixwaze pirsa Kurd di çarçoveya mûçeyên fermanberan de dorpêç bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Siyasetvanê Kurd Mihemed Emîn Pêncwênî ragihand, şandina mûçeyên fermanberan ji aliyê Bexdayê ve, nabe sedem ku Kurd dest ji xewna serxwebûna Kurdistanê berdin.

Di daxuyaniyeke rojnamevanî de, ku malpera "Bexdad El-Yewm" ya Iraqî belav kiriye, Pêncwênî dibêje: "Hikûmeta Bexdayê bi çend riyên çewt dixwaze pirsa Kurd di çarçoveya mûçeyên fermanberan de dorpêç bike,  û ev demeke kar li ser vê yekê dike, ku welatiyên Kurd tenê hizra mûçeyan bikin".

Mihemed Emîn Pêncwênî diyar kir, ku Hikûmeta Bexdayê ji 2014an ve, gava yekem ji bo birçîkirin û birrîna qûtê welatiyan avêt, armanca wî karî jî, ew bû ku bihêle welatiyên Kurd tenê di qût û nanê xwe yê rojane de bifikirin.

Pêncwênî dibêje: "Kolana Kurdî rojane li pey nûçeya şandina mûçeyên fermanberan dikeve, ev pirs bûye cihê gotûbêja rojane ya kolana Kurdistanî, lê Kurd dest ji hizra netewî û mafê xwe yê damezirandina dewleta Kurdistanê bernadin û beramberî qonaxa birçîkirinê wê biser kevin û wê derbas bikin, bi ti awayekî Kurd dest ji serxwebûnê bernadin, ku ev bû bêtirî sed salî ji bo vê armancê xebatê dikin û xwînê ji bo wê dirjînin".

Li gorî rêketina di nav Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Iraqê de, biryar e Hikûmeta Iraqê mûçeyên wezaretên perwerde û tendirûstiyê yên Herêma Kurdistanê bişîne û rojane daxuyaniyên cuda li ser vê pirsê tên dayin, lê heya niha bi awayekî  kirdarî ti mûçe nehatiye şandin.

N.O