Kurdistan Barzanî berve Almanyayê birê ket

Barzanî berve Almanyayê birê ket
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanda pê re / Munchen 2016

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi mebesta beşdarîkirina di 53emîn Konferansa Asayişa Cîhanê ya Munchenê, berve Almanyayê birê ket.

53emîn Konferansa Asayişa Cîhanê ya Munchenê di 17 vê mehê li bajarê Munchena Almanyayê bo 3 rojan dest pê bike.

Zêdetir ji 500 kesayetiyên siyasî beşdariyê di konferansê de dikin û Serok Barzanî jî di çarçova beşdarîkirina xwe de çendîn hevdîtin ligel serkirdeyên cîhanê dike.

Sala borî jî Serokê Herêma Kurdistanê bo Konferansa Asayişa Cîhanê li Munchenê hatibû vexwandin, ji bilî beşdarbûna di panelekê bi navê “Ceopolotîka Nû li Rojhilata Navîn” de, Barzanî komek ji civîn û hevdîtin ligel hejmareke mezin ji serkirdeyên cîhanê kir.

Ji Buhara sala 1963an ve li Munchen a Almanyayê Konferansa Asayişa Cîhanê tê li darxistin. Di konferansê de, li ser rewşa ewlehiya cîhanê gotûbêj tên kirin.