Kurd posteke din li Kerkûkê jidest da

Li gor nivîseke Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê, posta Rêveberê Giştî yê Tenduristiyê li Kerkûkê ji Kurd hat standin û kesekî din ji netewa Tirkmenî li cihî wê hat destnîşankirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor nivîseke Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê, posta Rêveberê Giştî yê Tenduristiyê li Kerkûkê ji Kurd hat standin û kesekî din ji netewa Tirkmenî li cihî wê hat destnîşankirin.

Li gor nivîsê ku îmzeya Wezîra Tenduristiyê ya Iraqê Edîle Hamûd li ser e, hatiye diyarkirin ku Serokwezîrê Iraqê razemendî li ser wê guhartinê daye.

Li gor nivîsê, Dr. Kerîm Welî yê Tirkmen li şûna Dr. Sebah Zengene dibe Rêveberê Tenduristiya Kerkûkê.

Ev guhartina di demekê de ye, ku berê postên Kerkûkê li ser her netewekê hatibûn dabeşkirin û her netewekê jî para xwe ji postan biribûn.

Piştî 16ê Cotmeha 2017an, ji aliyê çend berpirên diyar ve rêkeftineke jêrbijêr hate kirin û Kerkûk radestî mîlîşyayên Heşda Şeibî û hêzên Iraqî bû, ji wê demê ve jî proseya pakirina berpirsên Kurd li bajêr berdewam e.

 

S. B