Lavrov: Putin amade ye serdana Washingtonê bike

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, Serokê Rûsyayê Viladîmîr Putin amade ye serdana Washingtonê bike û bi hevpostê xwe ya Amerîkî Donald Trump re bicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, Serokê Rûsyayê Viladîmîr Putin amade ye serdana Washingtonê bike û bi hevpostê xwe ya Amerîkî Donald Trump re bicive.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji ajansa “Novosti” re ragihand, Putin amade ye bi Trump re bicive, lê hîna amadekariyên wê lûtkeyê dest pê nebûne.

Diyar kir jî, Serokê Amerîka Donald Trump çendîn car in di Twitter û daxuyaniyên xwe de ragihandiye, Amerîka dixwaze pêwendiyên wê yên ligel Rûsyayê hebin.

Sergey Lavrov got jî, Putin û Trump sedî sed li dijî wê yekê ne ku rûbirûbûnên leşkerî di navbera Rûsya û Amerîka li Sûriyayê rû bidin.

Berî demekê jî di pêwendiyeke telefonî de, Putin û Trump lihev kiribûn, ku bi hev re bicivin. Koşka Spî jî xuya kiribû, eger e civîna Trump û Putin li Washingtonê bi rê ve biçe.

Her derbarê pêwendiyên Amerîka û Rûsyayê de, Koşka Spî di daxuyaniyekê de da zanîn, Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka John Bolton ligel Balyozê Rûsî yê li Amerîkayê Anatoly Antonov civiya.

Koşka Spî gotibû ku, hin dosya hene wek destêwerdana Rûsya di hilbijartinên Amerîka yên sala 2016an, bikaranîna çekê kîmawî li Brîtanya û pirsên Ukraina û Sûriyê pêwîst e bi hûrî werin gotûbêjkirin.

 

S. B