Rûs diçin hilbijartina ku encamên wê diyar in!

Putin piştî Josef Stalin dibe Serokê herî dema dirêj li Qesra Kremlin dimîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Federasyona Rûsya, Serokê xwe yê kevn hildibijêre – Vladimir Putin.

Hilbijartina ku îro brêve diçe, encamên wê berî destpêkirina wê diyar bûn – ku carek din Putin wekî Serok tê hilbijartin.

Tê çaverêkirin ku, amadebûna dengdêran di hilbijartinê de kêm be û kesên deng didin ji wan ji sedî 70 dengên xwe bidin Putin. Ligor vê encamê jî, di dîroka Rûsya û Sowyet a kevn de, Putin piştî Josef Stalin dibe Serokê herî dema dirêj li Qesra Kremlin dimîne.

Ji derveyî Putin 7 kandîd ji bo Serokatiyê hene. Lê ligor rapirsînan koma dengderên her 7 an nagihijê nêvî dengên Putin.

 

 

C.B