Tirkiyê 2 leşkerên Tirkiyê li Sûriyê hatin kuştin

2 leşkerên Tirkiyê li Sûriyê hatin kuştin
Tankê Tirkiyê yên di operasyona Mertala Feratê de

K24 – Navenda Nûçeyan

Hat ragihandin 2 leşkerên Tirk yên di operasyona Mertala Feratê de ji meha Mijdarê ve winda ne hatin kuştin. 

Hêzên Çekdar yên Tirk di 29ê Mijdarê de ragihandibû ku 2 leşkerên wê li Sûriyê winda bûne. Çavkaniyên Leşkerî ragihandin herdu leşker Kivanç Kaşikçi û Muhammet Duran Keskîn hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê di 24 Tebaxa borî de dest bi operasyona Mertala Feratê li nava xaka Sûriyê de kirin. Heta niha bêhtir ji 46 leşkerên Tirk di wê operasyonê de canê xwe jidest dane.