Kusret Resûl vedigere Kurdistanê

Li gor zanyariyan, piştî wergirtina çareseriya pizîşkî, Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kusret Resûl di çend rojên bê de vedigere Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor zanyariyan, piştî wergirtina çareseriya pizîşkî, Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kusret Resûl di çend rojên bê de vedigere Kurdistanê.

Serokê tîma pizîşkî ya Kusret Resûl,  Dr. Dara Reşîd ji medyaya fermî ya YNKê re ragihand, tenduristiya Kusret Resûl gelekî baş e û pişknînên pêwîst jê re tên kirin û di çend rojên bê de vedigre Herêma Kurdistanê.

Roja 11ê vê mehê, rewşa tenduristî ya Kusret Resûl li Silêmaniyê têk çû û piştî ku neştergeriyek jê re hate kirin, ji bo nexweşxaneyeke bajarê Berlîna Almanyayê hate veguhastin.