Ozçelîk: PAK bi ti awayî navê xwe naguhêre

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustefa Ozçelîk li ser biryara girtina partiya wan û partiyên Kurdistanî ragihand, PAK ji çar û nîvan ve hatiye damezrandin û partiyeke yasayî ye û kar û xebata xwe bi vî awayî meşandiye û li gor yasaya Tirkiyê partiya wan rewa ye û PAK bi ti awayî navê xwe naguhêre.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustefa Ozçelîk li ser biryara girtina partiya wan û partiyên Kurdistanî ragihand, PAK ji çar û nîvan ve hatiye damezrandin û partiyeke yasayî ye û kar û xebata xwe bi vî awayî meşandiye û li gor yasaya Tirkiyê partiya wan rewa ye û PAK bi ti awayî navê xwe naguhêre.

Serokê PAKê Mustefa Ozçelîk ji K24ê re got re got: “Biryara girtinê ne tenê ji bo navê Kurdistanê, Serdozger û Dadgeha Qanûna Bingehîn dibêjin hûn behsa zimanekî derveyî zimanê Tirkî dikin û hûn behsa hinekan dikin ku derveyî miletê Tirk in, hûn dixwazin li ceugrafiya Tirkiyê tiştekî nû çê bikin. Anku ji ber zimanê Kurdî, hebûna miletê Kurdî, Kurdistanê û mafê netewî – demokratîk, mafê çarenivîsî û mafê federalîzmê û dewletbûnê yên di bernameya me de hene doz hatiye vekirin.”

Herwiha got: “Li gor madeya 90 ya Qanûna Bingehîn a Tirkiyê, doza girtina partiya me ne yasayî ye. Ew made dibêje, li gor peymanên navdewletî yên Tirkiyê îmze kirine, dema hiqûqa navnetewî û hiqûqa Tirkiyê bên beramberî hev, hiqûqa navnetewî derbas dibe.”

Got jî: “Beşek ji armanca dewleta Tirkiyê ew e ku fişarekê li ser partî û endamên me bike, da ku namzetên me yên serbixwe dengên kêm werbigirin, lê beşa herî girîng ew e dewlet hatiye astekê ku nikare gotina Kurd Kurdistanê bibihîse û dixwaze di warê yasayî de rê li ber bigire, lê ev yek ne hêsan e jî û emê berevaniyê bikin.”

Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê navê partiyên ku bêjeya Kurdistanê di navê wan de cih digire ji lîsteya partiyên siyasî derxistiye û ji bo Partiya Azadiya Kurdistan, Partiya Sosyalîsta Kurdistan û Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiyeyê jî daxwaza girtinê ji Dadgeha Makezagonê kiriye.

Ozçelîk amaje bi wê yekê kir: “Berî hilbijartinan Partiyên Tirkiyê wek AKP, MHP û partiyên din li ser nijadperestiyê û dijayetiya Kurdan siyaseta xwe dimeşînin. Lê li hemberê jî HDP zêdetir ji 15 salan e dibêje ev hilbijartin referandûm e û dawiya dunyayê ye û heger em biser nekevin Kurd dê têk biçin, ev jî siyaseteke şaş e. Her du alî jî riya azadiya ramanê û siyast û dengekî nû digirin.”

Serokê PAKê li ser tifaqa xwe bi PSKê re got: “Me ligel PSKê û gelek siyasetmendarên Kurd tifaqa Welatperwer û Demokrat daniye û piştgîriyeke baş ji aliyê welatperweran ve ji namzetên me re heye.”  

 

 

S. B