Sedir peyamekê arasteyî Kurdan dike

Muqteda Sedir: Bila nifşê we yê kevin bi yê nû re bibe yek û em û we piştevanên Iraqê bin û bila Kerkûk bibe nimûneyek ji bo pêkvejiyana aştyane ji hemû pêkhateyan re.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Îro rêberê Şepêla Sedir Muqteda Sedir, li ser Twitter a xwe peyamek arasteyî Kurdan kir û got: Dixwazim hûn hevgirtî û bihêz û hêja bin, ne sitemê bikin û ne sitem li wê bê kirin, emê pariyê nan di nav xwe de, bi wîjdan û dadmendî dabeş bikin.

Herwiha Muqteda Sedir nivîsiye: Em rê nadin destdirêjî li we bêkirin û em zanin ku di nav we de xwazyarên hezkirin û miyanrewiyê hene, ku ji derveyî Xwedaperestî û hezkirina welat, ti cudahî di nav Kurd û Ereban de nabînin.

 

Sedir di peyama xwe de dibêje: Werin em bihev re Iraqê rizgar bikin û dev ji pişkatiyê (Muhasesê) derdin û hemû gendelkaran dûr bixin û em bi kesatî û riwên nû, peymana xwe ji Iraqê re nû bikin, daku ew riwên nû şikoya we biparêze û pêgeha we bilind bike, piştî ku em Iraq û gelê wî birûmet bikin.

Navhatî got jî: Bila nifşê we yê kevin bi yê nû re bibe yek û em û we piştevanên Iraqê bin û bila Kerkûk bibe nimûneyek ji bo pêkvejiyana aştyane ji hemû pêkhateyan re.

N.O