Mesrûr Barzanî pêşwazî li berpirsê Nivîsgeha Hevkariya Asayişê di Balyozxaneya Amerîka de dike

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî derbarê yasaya parlemantoya Iraqê li hember encamên hilbijartinê de ragihand, Herêma Kurdistanê ne li dijî hejmartina dengan bi destan e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî derbarê yasaya parlemantoya Iraqê li hember encamên hilbijartinê de ragihand, Herêma Kurdistanê ne li dijî hejmartina dengan bi destan e.

Mesûr Barzanî nîgeraniya xwe jî li hember redkirina dengdana taybet li Herêma Kurdistanê nîşan da û ragihand, ev hewleke siyasî li dijî Herêma Kurdistanê ye.

Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li berpirsê Nivîsgeha Hevkariya Asayişê ya Balyozxaneya Amerîka li Iraqê general Bradley Baker kir, ku bi boneya bidawîbûna erkê wî nasandina cîgirê wî general Sean Jenkins li Konsolxaneya Amerîka, serdana Herêma Kurdistanê kir.

Di vê hevdîtinê de, bernameya berdewamiya rahênan, perwerdekirin û dabînkirina pêwîstiyên leşkerî ji hêzên Pêşmerge re hatin gotûbêj kirin.

Herwiha di wê hevdîtinê de encamên hilbijartinên 12ê Gulana bûrî yên Iraqê hatin behskirin, di wê derbarê de Mesrûr Barzanî amaje bi girîngiya pêkanîna hevpeymaniya Kurdistanê di navbera tevahiya aliyên Kurdistanê da û ragihand, bi pêkanîna fraksiyona hevpeymaniya Kurdistanê dikare berevaniyê li mafên Kurd bike.

Derbarê yasaya parlemantoya Iraqê li hember encamên hilbijartinan, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê amaje bi wê kir, Herêma Kurdistanê ne li dijî hejmaretina dengan bi destan e û nîgeraniya xwe jî li hember redkirina dengdana taybet li Herêma Kurdistanê nîşan da û ragihand, ev hewleke siyasî li dijî Herêma Kurdistanê ye.

Di tewereke din ya civînê de guftûgo li ser bernameya çaksaziyê û rêkxistina karûbarên Wezareta Pêşmerge hatin kirin. Ji aliyê xwe ve general Bradley Baker ragihand, Nivîsgeha Hevkariya Asayişê di çarçova stratejiya Asayişa Herêma Kurdistanê û serperiştiya bernameyê de, di piştevanî û berçavgirtina beşê dadwerane ya alîkariyan bo hêzên Pêşmerge de berdewam dibe.