Perlemana Iraqê civîneke awarte derbarê gefên Tirkiyê li ser Şingalê lidar dixe

Viyan Dexîl: Piştî gefên Erdogan bi bordûmankirina bingehên PKK li Şingalê, beşekî zêde ji malbatên êzdî ji çiyayê Şingalê mişext bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Perlemantera Kurd Viyan Dexîl eşkere kir, ku di wê civînê de, ewê bizavan bikin, ku biryarek ji Perleman, bê derxistin û têde Hikûmeta Iraqê pêbend bike ku parastina serweriya axa Iraqê bike.

Viyan Dexîl got: "Piştî gefên Erdogan bi bordûmankirina bingehên PKK li Şingalê, beşekî zêde ji malbatên êzdî ji çiyayê Şingalê mişext bûne û pêşbînî tê kirin rêjeya mişextan bilind bibe".

Duh serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ragihandibû, ku di nav 2 rojan de, li Şingalê 38 Gerîlayên PKK canê xwe jidest dane.

Erdogan li koşka serokatiyê got: "Heger Iraq PKK li Şingalê jinav nebe, wê Tirkiyê bi xwe wan jinav bibe".

Herwiha duh derengê şevê, çend firokeyên cengî yên Tirkiyê, bi bihaneya hebûna baregehên PKK, gundên devera Balekayetî bordûman kirin û ji ber wê yekê 4 kes şehîd bûn ku du ji wan pêşmerge bûn

N.O