Çend hewlên sextekariyê di hilbijartinan de aşkere dibin
K24 – Navenda Nûçeyan
Di hilbijartinên ro ya Tirkiyê de çend hewlên sextekariyê hatin aşkerekirin û Encûmena Hilbijartinên Tirkiyê jî soza lêkolînê derbarê wan sextekariyan de dide.
Li gor girtevîdyoyekê ku li tûra civakî hatiye belavkirin, li bajarokê Pirsûsê yê ser bi Rihayê ve hewleke sextekariyê aşkere bû û ew kesên vîdyo tomar kirine dibêjin: “Berî vekirina binkeya dengdanê, sindoqeke dengdanê li wê binkeyê hatibû danîn û dengên di berjewendiya partiya desthilat tê de hatibû danîn.”
Di wê derbarê de, rojnameya Hurriyet a Tirkiyê li ser zarê Serokê Encûmena Hilbijartinan a Bilind Tirkiyê Sadî Guven aşkere kir, Encûmenê rêkarên lêkolînê derbarê tometên sextekariyê li bajarokê Pirsûsê dest pê kiriye.”
Herwiha Partiya Komarî ya Gel (CHP) bi sedema rêgirtin û êrîşkirina li ser çavdêrên hilbijartinan li bajarokê Pirsûsê gilî tomar kir û daxwaza lêkolînê kir.
Ji aliyekî din ve, polîsa Tirkiyê bi zora çek 4 çiwal kartên dengdana fermî di nava otombîlekê de desteser kirin û 3 kes jî bi tometa veguhastina wan kartên dengdanê desteser kirin.
Ji ber girîngiya hilbijartinên Tirkiyê yên vê carê, partiyên siyasî di milmilaneyeke tund de ne, ta bikaribin zortirîn deng bidest bînin.
AKP MP İbrahim Halil Yıldız is visiting ballot boxes with armed guys to threaten people to vote for AKP and even voting instead of them in Suruç district. #TurkeyElectionpic.twitter.com/WMAZbOphqI
— Hz. Kürt (@hazretikurt) June 24, 2018
It’s not even midday but allegations of vote rigging emerge in southeastern town of #Urfa. Video appears to show a bulk of ballot papers cast into box, and observers unable to stop fraud. In preelection tension, 4 people had lost their lives in Urfa#TurkeyElection via @bbcturkce pic.twitter.com/1Mk0YXpNEw
— Selin Girit (@selingirit) June 24, 2018