Kurdistan Karvedanên guhertina destûrê li Bakurê Kurdistanê

 

K24 – Diyarbekir

Li Parlamentoya Tirkiyeyê, gengeşiyên li ser guhertina destûra nû, berdewam dike, gelo guhertina wê destûrê û guhertina pergala Tirkiyeyê li Bakurê Kurdistanê çewa bandor dike? Rêvebirên saziyên ku lêkolînên civakî dikin dibêjin, destûr û pergaleke ku çareseriya pirsa Kurd tê de nebe, nikare pirsgirêkên li Tirkiyeyê jî çareser bike.

14 xalên destûra nû, li Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo pejirandinê tên gengeşîkirin ku ger di parlamentoyê de derbas bibin jî dê guhertina pargala Tirkiyeyê bi referandûmê bê rojevê. Lêkolînerên siyasî û civakî dibêjin; ev gengeşiyên li ser destûra nû jî pergala nû jî ji ber ku tu çareseriyekê ji bo pirsa Kurd û Kurdistanê pêşbînî nake, nikare pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê jî çareser bike.

Rêvebirê Navenda Lêkolînên Civakî a Dijleyê (DİTAMê) Lezgîn Yalçın, diyar kir kuli Tirkiyeyê pêwistî bi guhartina destûrê hebû û heye, lê bi vî rengî çareserkirina pirsa Kurd di serî de pêşxistina demokrasiye û mafên civakî de tu pêşketin ango çareseriyekê peyda nake û  dê ji çareseriyê bêhtir pirsgirêkan zêdetir bike. Yalçin anî ziman ku divê guhêrîn li gorî pêdiviyên civakî û bi civakê re bihata kirin.

Yalçin got: "Dibe ku li Tirkiyeyê pergala serokatiyê jî bê, ger ku li gorî pêdiviya gelê Kurd û Tirkan be, helbete ew jî dibe. Lê niha nîqaşa ku li Tirkiyeyê dibe, ne bersiva çareseriya Kurdan û Tirkan e. "

Rêvebira Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî (SAMERê) Yuksel Genç jî bal kişand ku welatiyên li Bakûrê Kurdistanê di pergal û destûra berê de maf û ciyê xwe nedidîtin û ji ber destûr û pergala nû jî cih nade çareserkirina demokrasî û maf û azadiyên wan, vê pergalê jî xebat û hewildaneke li derveyî û dijî xwe dibînin.

Yuksel Genç wiha axivî: "Di lêkolînên me yên li Bakûrê Kurdistanê de herî zêde ji %30 piştgirî ji bo pergala serokatiyê hebû. Di wan lêkolînan de gel di pratîkên ku hatine nîşandan de pergala serokatiyê wekî desthilatdariya takekesiyê dibînin, loma jî piştgiriyê nadin. Welatiyên li Bakûrê Kurdistanê daxwaza guhêrînê dikin, lê guhêrîneke ku çareseriyan bi xwe re bîne."

Partiya desthilatdar Partiya Edalet û Geşepêdanê (AKP) û Partiya Bizava Nijadperestî (MHP), li ser 14 xalên destûra nû lihev kiribûn û ragihandibûn ku dê piştgiriya guhartina destûr û pergalê bikin. Partiya Opoziyona Tirkiyeyê Partiya Komarî ya Gel (CHP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî bi mebesta ku dê ew guhartin demorasiya Tirkiyeyê têk bibe, lidij derdikevin.