Kurdistan Nêçîrvan Barzanî: Ti niyaza me tune ye şer ligel PKKê bikin

Nêçîrvan Barzanî: Ti niyaza me tune ye şer ligel PKKê bikin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînekê de ligel Kurdên Êzidî / Dihok 13 Adara 2017

K24 – Dihok

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ti niyaza me tune ye şer ligel PKKê bikin, lê dixwazin Şingalê avedan bikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh di civînekê de ligel Kurdên Êzidî bi serokatiya Mêrê Êzidiyan Mîr Tehsîn Beg û bi amadebûna hejmarek ji kesayetiyên din yên Êzidî li bajarê Dihokê ragihand, “Helwesta me derbarê aloziyên di navbera PKK û hêza Pêşmerge de li Xanesorê aşkere ye, ti niyaza me tune ye şer ligel PKKê bikin, lê em dixwazin Şingalê avedan bikin.”

Nêçîrvan Barzanî got jî: “Dema pêwîstiya birayên me li Sûriyê bi hevkariya me hebû, me hêza Pêşmerge şand û hevkariya wan kirin bo razgarkirina Kobanê. Dema pêwîstiya me li wir temam bû, bi me re gotin pêwîstiya we li vir temam bû, heger vegerin. Me negot ku em bimînin û em vegeriyan. Rast e PKK di sala 2014an de hevkariya xelkê kir, lê ne wateya wê ku ew li wê navçê bimînin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ji, “Hebûma PKKê li Şingalê dibe sedema ne aramiyê û avedan nekirina wê navçê.”