Iraq naçe bereya li dijî Îranê

Wezareta Derve ya Iraqê nerazîbûna xwe li hember biryarên Komkara Erebî yên li dijî Îranê û Hizbulaha Libnanî nîşan da. Di wan biryaran de, Komkara Erebî Îran û Hizbulaha Libnanî bi hevkariya terorê tometbar kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Iraqê nerazîbûna xwe li hember biryarên Komkara Erebî yên li dijî Îranê û Hizbulaha Libnanî nîşan da. Di wan biryaran de, Komkara Erebî Îran û Hizbulaha Libnanî bi hevkariya terorê tometbar kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê de hatiye, şandeke wezareta wan beşdarî civîna ne asayî ya Komkara Erebî bû û têbîniyên wê li ser her du bendên (8 û 9) ku taybet bûn bi destêwerdana Îranê di karûbarên navxweyî yên welatên Erebî, hebûn.

Herwiha amaje bi wê jî kiriye, ew her du bend, tometbarkirina rasterast a Komara Îslamî ya Îranê û Hizbulaha Libnanî bi hevkariya terorê ne, ev jî cihê nîgeraniya wan e. Herwiha dibêje, ew biryara Komkara Erebî ligel dîtina Iraqê ya pênasandina terorê hev nagire.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê de hat jî, divê helwesta siyasî ya hin aliyan ji hev û tometbarkirina rasterast bi terorê bê belge ji hev bê cudakirin.

Ji aliyekî din ve, Serokê Libnanê Michel Aoun nameyek ji Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî re şand û tê de tekezî li ser wê kir, Libnan li hember nakokiyên Erebî û herêmî ne berpirs e. Libnan dijayetiya ti welatekî nekiriye û baca nakokiyên siyasî yên di navbera welatên Erebî de hene, dide.