PKK: Girtina baregehên Tevgera Azadî dê Yekîtiyê perçe bike

Berpirsek PKK radighîne: Girtina baregehên Tevgera Azadî dê Yekîtiyê perçe bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsek PKK radighîne: Girtina baregehên Tevgera Azadî dê Yekîtiyê perçe bike.

Endamê Komîsyona Perwerdeyiyê yê PKK Nurettîn Demîrtaş di gotareke xwe de dibêje, hin berpirsên Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) girtina baregehên Tevgera Azadiyê qebûl nakin û li dij derdikevin. Dibe ko, biryara girtinaTevgera Azadî Yekitiyê perçe bike. Nurettîn Demîrtaş herwiha hişyarî dide Yekitiyê ko, ew bi ti awayî girtina baregehên Tevgera Azadî qebûl nakin û kî rêgiriya wan bike, dê bersiv bidin.

Hefteya borî Yekîtî baregehên Tevgera Azadî girtibû.

Ji aliyê xwe ve YNK, Tevgera Azadî wekî rêxistinek di bin baskê PKK de dibîne û diyar dike ku, nabe ew li herêma Kurdistanê xebatên bi vî awayî encam bidin. Herweha Tevgera Azadî gilîname arasteyî YNK li Bexdayê pêşkeş kir.

 

 

C.B