Stuttgarter Zeitung : Baştirîn çareserî NATOyek bê Tirkiye ye

Rojnameya Almanî Stuttgarter Zeitung di gotara xwe ya şiroveyî liser Operasyona Efrînê diyar kir ku, Tirkiye huquqa navneteweyî binpê kiriye û anî ziman ku baştirîn çareserî dikare bibe – NATO ya bê Tirkiye be

K24 – Navenda Nûçeyan

 Rojnameya Almanî  Stuttgarter Zeitung di gotara xwe ya şiroveyî liser Operasyona Efrînê diyar kir ku, Tirkiye huquqa navneteweyî binpê kiriye û anî ziman ku baştirîn çareserî dikare bibe – NATO ya bê Tirkiye be. Erdogan û Tirkiye tenê dikarin ji zimanek weha tê bigihin.

Ligor rojnameyê biryara destpêkirina Operasyona Efrînê, ku ji alî Serokomar Erdogan ve hatî dayîn binpêkirina huquqa navneteweyî bû. Ev yek wekî kodetayek hemberî wan aliyan bû, ku dibêjin NATO xwedî nirxên demokrasiyê ye.

Stuttgarter Zeitung dinivîse: “Serokên welatên endamên NATO bi dengek bilind hemberî vê Operasyonê derneketin, ne jî dorpêçek danîn ser vî welatî. Diviyabû NATO dengê xwe bilind kiriba û avêtina Erdogan û 600 hezar serbazên wî gengeşe kiriba. Zimanê ku Erdogan dikare tê bigihe, dibe ku NATOyek bê Tirkiye be”…

 

C.B