Li Diyarbekirê 2 rêvberên HDPê hatin binçavkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlamenterê berê yê HDPê Edîp Berk û endama Encûmena HDPê Gulşen Ozer hatin binçavkirin.
Polîsê Tirkiyê îro li Diyarbekirê hember rêvberên HDPê operasyon encam da û êrîş birin ser malên Parlamenterê berê yê HDPê Edîp Berk û Rêvebera HDPê Gulşen Ozer.
Piştre her du rêvberên HDPê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Li gorî agahiyan Berk û Ozer birine Rêvebiriya Ewlehiya Diyarbrkirê.
Hat ragehandin, derbarê Edîp Berk û Gulşen Ozer de ji ber axaftinên ên di Newroza 2018'ê de doz hatiye vekirin û dozgerê Diyarbekirê biryara binçavkirina wan daye.
S. B