Erebê Şemo û Cejna Newrozê

Amadekirin: Rebî Zêbarî

Amadekirin : Rebî Zêbarî

Di edeb a kurdî Helbestvanên kurd ji berî hezar û sedê salan behsa Newrozê di berhemên xwe de kirin e.

Cejna Newrozê cejneke kevn û dîrokî ya gelê Kurd e. Di wê rojê de ku tê wateya roja nû û destpêka buharê, Kurd bi biçûk û mezinan, xort û keçan, pîr û kalan derdikevin pêşwaziya buhara xweza û azadiya Kurdistanê. 

Her çiqas Newroz cejna Kurdan a netewî be û Erebê Şemo jî bi nirxên neteweyî ve girêdayî be jî, di romanên xwe ew hindik cî dide Newrozê û pîrozkirina wê. Şemo, tenê di Dimdimê de behsa Newrozê dike û wê weke cejna sersalê nîşan dide:

“Rojek mabû, wekî cejna serê salê bikin. Ji wê cejnê re Kurd dibêjin: Newroz. Ehlên Kela Dimdimê karê xwe dikirin, wekî wê roja ezîz bi eşq derbas bikin. Pez şerjêdikirin, qelş, helîse, kifte û xwarinên mayîn çêdikirin, fêkî amade dikirin, kuloçên serê salê dipehtin. Nîşanek, gustîl, an morî, an jî pereyê zîv dikirine nava kuloç, dema ku kuloç parve kirin, wekî ew nîşan ji neferên malê ji kê re derket, dêmek dewleta wê malê di serê wî de ye.” (Ereb Şemo, Kela Dim Dim, R.446)

“Nêzîkbûna wan rojên ezîz, gimîn ji bajarê Kela Dimdimê dihat; li çarsiyê, li dukanan, di xanan de, li meydana dêwêr gelek eşya, mal, dewar dihatine firotane, biçûk û mezin, kesîb û dewlemend karê xwe û roja eydê dikirin. Li kuçeyan, li çarsiyan, li ber derê malan, li ser serê xaniyan û li axpînan agir dadidan, xort û ciwanan li dora êgir govend digirtin, dilîstin. Ew eyd bi eşq derbas dikirin. Ne ku bi tenê li bajêr, wisa jî eşq derbas dikirin li hemû gundan, li qijleyan. Heta şivanan jî, ên ku li ber kerî û sûriyên pêz li çolê bûn, ew eyd dikirin.” (Ereb Şemo, Kela Dim Dim, R 447)

Newroz weke cejna sala nû tê bi nav kirin û tê bawerkirin ku kesên bi kincên nû û paqij têkevin sala nû, ew ê tevahiya sala wan bi kincên nû û paqij derbas bibe:

“Şevekî beriya roja cejna serê salê, divê erhede biçûk û mezin avê li xwe bikin, herin hemamê, wekî paqij têkevine sala nû. Hinekan kincên nû dikirîn, wekî her gav û her sal kincên wan ên nû hebin.”( Ereb Şemo, Kela Dim Dim, R 448)