Hevpeymanî helwesta xwe li ser çûna Berhem Salih radigihîne

Hepeymaniya bo Demokrasî û Dadperwerî helwesta xwe derbarê vegera Berhem Salih ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re aşkere dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hepeymaniya bo Demokrasî û Dadperwerî helwesta xwe derbarê vegera Berhem Salih ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re aşkere dike.

Berhem Salih di meha Cotmeha 2017an de dest ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê vekişandibû û berî hilbijartinên 12ê Gulana bûrî ya Parlemantoya Iraqê Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadweriyê ragihandibû.

Îro Berhem Salih vegeriya nava rêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û YNKê jî bi fermî Berhem Salih bo postê serokomarê Iraqî diyar kir.

Li ser vê yekê, endamê Encûmena Giştî ya Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadperweriyê Mihemed Reûf di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Hevpeymanî wek “projeyeke xizmetê” ji bo berjewendiya gelê Kurdistanê dimîne û berdewam dibe.

 

S. B