Tevgera Goranê Hêro Îbrahîm Ehmed nîgeran dike

Hêro Îbrahîm Ehmed ku nêzîktirîn dosta Goranê ye ji helwesta Goranê nîgeran bû.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Di civîna duh ya Serkirdayetiya Hevbeş a YNK û Tevgera Goranê de, li ser pêdegiya Goranê derbarê aktîvkirina parlementoyê de, girjî kete nava civînê û Hêro Îbrahîm Ehmed ku nêzîktirîn dosta Goranê ye ji helwesta Goranê nîgeran bû.

Endamê Nivîsgeha Ragihandinê ya YNKê Enwer Husên ji K24ê re ragihand, bi wê helwesta Tevgera Goranê derbarê aktîvkirina parlementoyê de, Goran nêzîktirîn dosta xwe di nava YNKê de ku Hêro Xan e ji dest dide. Tevgera Goranê bi helwestên civîna duh, Hêro Xan û serkirdeyên YNKê nîgeran kirin.”

Got jî: “YNKê dixwaze careke din bi her pênc partiyên di hikûmetê de beşdar bûbûn re dest bi proseyeke siyasî ya nû bike, yekem gav jî aktîvkirina parlementoyê ye, ev bû zêdetir ji 20 caran e Polîtburoya YNKê ji bo aktîvkirina parlementoyê ligel Goranê dicive.”

Amaje bi wê kir, piştî wan hemû civînan, Goran bi tiştekî ne razî ye, YNKê jî ne amade ye proseya siyasî têk biçe.