Wêneyê Telal Silo yê piştî xweradestkirinê hate weşandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê Hêzên Suriye ya Demokrat (HSD) ku hate ragihandin, îro xwe radestî Dezgeha hewalgirî ya Tirkiye (MIT) kiriye, tê gotin ku li Cerablusê di bin çavnêriya MITê de binçav e.
Herweha yekem wêneyê Tilo yê piştî xweradestkirinê jî hate belavkirin. Wêne ji alî rojnameya Milliyet a tirkî ve hate weşandin.
Heta niha HSD tu agahdarî liser xweradestkirina Telal Silo belav nekiriye.