Îran navçeyên sînorî yên Kurdistanê topbaran dike

Îro danê sibê, topxaneya Îranê navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê li qezaya Çomanê topbaran kirin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro danê sibê, topxaneya Îranê navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê li qezaya Çomanê topbaran kirin.

Peyamnêrê K24ê li wê navçê ragihand, topxaneya Îranê navçeyên zozanên Berdesoran, Dînoya Mezin û Biçûk, Çîxîder, Konerê, Şêlimcar, Gomê Çildar û çend navçeyên din li sînor qezaya Çomanê topbaran kirin.

Got jî, berê çendîn caran Îran bi bihaneya hebûna baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li wan deveran digirt, lê ji meha borî ve ti baregeheke partiyên Rojhilat li wir nemane.

Peyamnêrê me ragihand jî, “Ew hêza ku di çend rojên borî de Îranê li nêzîkî sîror kom kiribû, vekişiya ye û li ser sînor nemaye.”