Mesrûr Barzanî: Pêşerojeke geş li pêş gelê Kurdistanê ye

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vekirina kunsulxaneya Japonayê li Hewlêra Paytext, bo berjewendiyên herdu aliyan baştir e û pêngaveke bi pêşketî binav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vekirina kunsulxaneya Japonayê li Hewlêra Paytext, bo berjewendiyên herdu aliyan baştir e û pêngaveke bi pêşketî binav kir.

Mesrûr Barzanî ragihand jî, pêşerojeke geş li pêş gelê Kurdistanê heye, ku ji ber wê aramî û geşkirina zêdetir li navçê peyda dibe.

Daxuyaniyên Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçova civînekê de bû, ku her yek ji Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Derve yê Japonyayê Kentaro Sunora, Balyozê Japonyayê li Iraqê Fumyo Away û Kunsulê Japonyayê li Herêma Kurdistanê Katsomî Moryas di wê civînê de amade bûn.

Ji aliyê Kentaro Sunora bi rêzî behsa qehramanî û qorbanîdana Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de kir.

Kentaro ragihand jî, Herêma Kurdistanê bo Japonyayê gelekî girîng e û ew dixwazin pêwendiyên xwe pê re hebe û got ku, di plana wan de heye, ku pêwendiyên xwe di warê kultûr, Perwede û jêrxane jî berfereh bikin.