Ebadî bi doseyên gendeliyê dilîze

"Tevî ku Heyder Ebadî di dema dawî de, çendîn daxuyanî derbarê vekirina doseyên gendeliyê daye, lê heya niha ti kar li ser wê pirsê nekiriye û nake".

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Dewleta Yasa di wê baweriyê de ye, ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kar li ser vekirina doseyên taybet bi gendeliyê nekiriye.

Perlemanterê Dewleta Yasa Mihemed Seyhud ragihand "Tevî ku Heyder Ebadî di dema dawî de, çendîn daxuyanî derbarê vekirina doseyên gendeliyê daye, lê heya niha ti kar li ser wê pirsê nekiriye û nake".

Mihemed Seyhud diyar kir, ku "Rûbrûbûna gendeliyê tenê bi riya pêkanîna Hikûmeta piraniyê dibe. Ebadî jî li dijî Hikûmeta piraniya siyasî ye, lewra ew nikare rastî gendeliyê bê".

Di dema derbasbûyî de, çendîn caran Ebadî ragihandibû, ku ewê rastî gendeliyê û gendelkaran bê, lê beşek ji aliyên siyasî diyar dikin, ku tevdana pirsa vekirina doseyên gendeliyê ji aliyê Ebadî ve, tenê bangeşeya hilbijartinan e.

Di heman demê de, Dewleta Yasa ku Nûrî Malikî serokatiya wê dike, berdewam bangeşeyê ji bo pêkanîna Hikûmeta piraniya siyasî dike.

Ev yek jî di demekê de ye, li gorî raporên rêxistina şefafiya navdewletî, salane Iraq di rêza pêşî ya welatên her gendel de ye li ser astê cîhanê.

N.O