6 Parlementerên din jî, Ebadî terk kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Iraqê 6 parlementerên Hevpeymaniya Nasir ragihandin ku, xwe ji endametiya Hevpeymaniyê vedikşînin.
Ligor belgeya ku ketî destê K24 de, her 6 parlementeran daye diyarkirin ku, di demek nêz de dê grûbek nû ava bikin.
Parlementerên ku ji Hevpeymaniya Nesir dest ji kar berdan e, ev in: İhsan Suban Şibli, Ala Suker Delfi, Yusuf Kelabi, Hiseyin Macid Fayiz, Sevre Cevad Hifli û Riyaz Abbas Temimi…
Berî demekê bi pêşengiya Falih feyyaz hejmarek parlementerên din dev ki Hevpeymaniya Nesir berda bûn û Grûba Eta damezrandibûn.
Duhî Heyder Ebadî ragihandibû ku, naxwaze bibe Serokwezîrê Iraqê
C.B