ENKS daxwaz ji hemû aliyan dike pabendî agirbestê bibin

Xwecihiya Efrînî ya ENKSê piştî ragihandina agirbestê li tevahiya Sûriyê daxwazê ji hemû aliyan dike ku pabendî vê agirbestê bibin, da ku derfetek ji kedên siyasî û dîplomasî re çê bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Xwecihiya Efrînî ya ENKSê piştî ragihandina agirbestê li tevahiya Sûriyê daxwazê ji hemû aliyan dike ku pabendî vê agirbestê bibin, da ku derfetek ji kedên siyasî û dîplomasî re çê bibe.

Xwecihiya Efrînî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro di daxuyaniyekê de pêşwazî li biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ya ragihandina agirbesta 30 rojî li seranserî Sûriyê kir û komdengiya civaka navdewletî li ser wê armanc û arasteya mirovî bilind nirxand.

Xwecihiya Efrînê di beşeke din de ragihand, êrîşa artêşa Tirkiyê ya dijminane ligel hin grûpên opozîsyona li ser Efrînê ji 20ê meha bûrî ve berdewam e, ku sivîlan armanc digirin, jenosid û komkujiyan dikin û siyaseta xaka sotandî dimeşînin.

Herwiha daxwaz ji hemû aliyên ku beşdarî şerê li Sûriyê bûne kir, ku dimildest pabendî vê biryarê bibin û hemû şer û pevçûn bêne rawestandin û sînorek ji êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê re were danîn, da ku derfetek ji kedên siyasî û dîplomasî re çê bibe.

 

S. B