Tirkiye: “Yekîtiya Ewropa dixwaze me birtisîne.”

Wezîrê Yekîtiya Ewropa yê Tirkiyê Omer Çelik ragihand, Yekîtiya Ewropa di çarçoveya pêvajoya danûstandinan de gef li Tirkiyê kiriye.

K24 –Navenda Nûçeyan

Wezîrê Yekîtiya Ewropa yê Tirkiyê Omer Çelik ragihand, Yekîtiya Ewropa di çarçoveya pêvajoya danûstandinan de gef li Tirkiyê kiriye.

Çelîk ji rojnameya Finacial Times ê re bal kişand ser pêwendiyên di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropa de û got: “Di çarçoveya pêvajoya endametiya Tirkiya de ji bo Yekîtiya Ewropa, gef li Tirkiyê tên kirin û Yekîtiya Ewropa dixwaze Tirkiyê bitirsîne, ev helwest rûmeta Yekîtiya Ewropa kêm dike.”

Berî 2 rojan jî, Serokê Komisyona Yekîtiya Ewropayê Jean-Claued Juncker ragihandibû, ku gavên hikûmeta Tirkiyê dibe sedema têkçûna pêwendiyên wan.