Li Efrînê welatiyê nikaribe bacê bide çekdaran, tê revandin

Grûpên çekdar ên Efrînê bacên giran li welatiyên gundên navçeya Şiyê disepîne û heger welatiyan nekarîn bidin, rastî revandin û eşkenceyê tên.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên Efrînê bacên giran li welatiyên gundên navçeya Şiyê disepîne û heger welatiyan nekarîn bidin, rastî revandin û eşkenceyê tên.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çend roj in grûpa Emşat baca ji hezar û ta 15 hezar Dolar li hin welatiyên gundê Xelîl Gulko sepandine.

Da zanîn jî, ji ber welatiyê bi navê Ebdilrehman Ebdo Omer nekarîye wê bacê bide, çekdarên Emşat bi ser mala wî de girtin û dest danîn ser hin kelûpelên mala wî. Herwiha jî ku wî Mihemed yên li Efrînê dimîne jî revandin û jê re got, dê kurî wî Mihemed girtî li cem wan bimîne, heger ew 15 hezar Dolar nede wan.

Wê rêxistinê amaje bi wê yekê kir, ev ne cara yek e ku grûpa Emşat bacên giran li gundiyên gundê Xelîl Gulko disepîne, ku berî demekê dîsa bacên giran li welatiyên wî standibû.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê, dizî, talan û revandina welatiyan bi armanca standina pereyan ji wan berdewam e, bi taybet li gundên ser bi navçeya Şiyê jî grûpa Silêman Şah (Emşat) tawan û zordariyên metisîdar dike.  

   

S. B