Adil Ebdilmehdî: Pirsgirêkên bi Hewlêrê re çareser dikin

Serokwezîrê Iraqê radigihîne, di demên nêzîk de tevahiya pirsgirêkên derbarê hinardekirina petrolê bi Hewlêrê re çarser dikin. Tekez kir jî, pêwendiyên baş di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Herêma Kurdistanê de hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê radigihîne, di demên nêzîk de tevahiya pirsgirêkên derbarê hinardekirina petrolê bi Hewlêrê re çarser dikin. Tekez kir jî, pêwendiyên baş di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Herêma Kurdistanê de hene.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî di konferansa heftane de ragihand, pêwendiyên me yên baş bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hene û di demên nêzîk de pirsgirêkên derbarê hinardekirina petrolê çareser dikin.

Her bi pirsa çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de, Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji K24ê re ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê çendîn daxwaz arasteyî Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî dike, da ku ew daxwaz di nav projeyasaya budceyê de bên bicih kirin û guhertin bi ser projeyasaya budceyê bê kirin, beriya ku di nav Parlemanê de, bê pejirandin.

Li ser pirsa budceya 2019an a Iraqê, Wezîrê Darayî yê Iraqê Fuad Husên berî çend rojan got, hin bîroke ji aliyê nûnerên Herêma Kurdistanê û beşek ji wezaretan de derbarê projeyasaya budceyê de hatine pêşkêşkirin.

Husên aşkere kir ku ew projeyasa ji aliyê hikûmeta berê ya Iraqê hatibû amadekirin û bîr û boçûna hikûmeta niha ji hikûmeta din a Iraqê cuda ye.

Projeyasaya budceya 2019an ku ji aliyê hikûmeta berê ya Heyder Ebadî ve hatibû amade kir û bo parlemantoya niha hatibû pêşkêşkirin, berî çend rojan jî komîteyeke nû bi serokatiya Wezîrê Darayî Fuad Husên hat pêkanîn bo pêdaçûnê di wê projeyasayê de bike.

 

S. B