Neteweyên Yekgirtî girêdayî rewşa belafirxaneyên Kurdistanê Bexda rexne dike

UNCHR: Bexda divê rewşa belafirxaneyan ji çav derbas bike. Ev astengiyan ji xebatên me re derdixe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnera Ofîsa Kurdistanê ya Komiseriya Bilind a Penaberan ya Neteweyên Yekgirtî (UNCHR) Monica Noro, rewşa girtinê ya belafirxaneyên Kurdistanê wekî astengiyek mezin lipêş alîkariyên Neteweyên Yekgirtî bo penaberan binav kir û rexne li dorpêçên Bexdayê kirin.

Noro piştî civîna xwe ligel berpirsiyarê Pêwendiyên Derve yên hukimeta herêma Kurdistanê Felah Mistefa da diyarkirin ku, rewşa girtinê ya belafirxaneyên Kurdistanê ji bo xebatên alîkariya penaberan a Neteweyên Yekgirtî astengiyan derdixe. Bexda divê rewşa belafirxaneyan ji çav derbas bike.