Qasim Suleymanî gihîşte Bexdayê

Fermandarê Feyleqa Qudis ya Supaya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî bi dawîbûna hilbijartinên Iraqê û avakirina hikûmeta nû re gihîşte Bexdayê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Feyleqa Qudis ya Supaya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî bi dawîbûna hilbijartinên Iraqê û avakirina hikûmeta nû re gihîşte Bexdayê.

Malpera “alghadpress” a Iraqî belav kir, Suleymanî ligel tevahiya lîsteyên Şîe yên di hilbijartinan de serkeftî bûn dicive û pirsa avakirina hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj dike.

Li gor çend jêderên ku ji wê malperê re ragihandin, serdana Suleymanî piştî ragihandina encamên hilbijartinan ji aliyê Komisyona Bilind ve tê, ku bi hejmartina ji sedî 90 a dengan, nexşeya siyasî û ya lîsteyan zelal bûne.

Herwiha wan jêderan amaje bi wê yekê kirin, serdana Suleymanî ya ku nehatibû ragihandin, hevdem e bi derketina piştevaniyeke Siûdî ji bo avakirina hevpeymaniyekê ku lîsteya “Saîrûn” ya Muqteda Sedir û hin hêzên Sunî lixwe digire diyar dibin, ku karin kursiyên pêwîst di parlemantoyê de misoger bikin.

Jêderekî nêzîk ji Nûrî Malîkî ve jî aşkere kiribû, eger heye Dewleta Yasa ya Nûrî Malîkî bi her yek ji lîsteya Fetih ya Hadî Amirî û Hevpeymaniya Niştimanî ya Eyad Elawî re hevpeymaniyekê ava bike û ji bo wê armancê jî lihev civiyabûn.

Berî demekê, Serokê lîsta “Saîrûn” Muqteda Sedir ku lîsta yekem e ragihandibû, ew bi ti awayekî bi Dewleta Yasa û Nûrî Malîkî re hevpeymaniyê nake.

Duh jî Sedir di tiwîttekê de amaje bi navê piraniya lîsteyên serkeftî kir, lê navê lîsta Fetih, Dewleta Yasa û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê nekir.

Proseya hilbijartinên Iraqê roja 12ê vê mehê bi rê ve çû, li gor encaman jî, lîsta Saîrûn yekem, lîsta Fetih a Hadî Amirî duyem, lîsta Nesir a Ebadî sêyem, lîsta PDKê jî çarem e li ser astê Iraqê, lîsta Dewleta Yasa ya Malîkî jî di rêzbenda pêncem de ye.

 

S. B