Kurdistan Nêçîrvan Barzanî û Binalî Yildirim dicivin

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim bi beşdariya hejmarek ji wezîrên herdu welatan dest pê kir.

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim, îro danê sibê gihêşte Hewlêrê û li firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hejmarek ji wezîran ve hate pêşwazîkirin.

Serokwezîrê Tirkiyê duh gihêştibû Bexdayê û ligel berpirsên hikûmeta federal ya Iraqê civiya bû û rêkeftineke hevbeş bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îmze kir û li ser vekişandina hêza Tirkiyê ya li Başîkê lihev kirin.

Li gor zanyariyên K24ê, biryar e Yildirim îro serdana heza Tirkiyê ya li Başîkê bike.

Wezîrê Abûriya Tirkiyê Nîhat Zeybekcî, Wezîrê Anerjî û Çavkaniyên Suriştî Berat Albayrak, Wezîrê Kumrik û Barzirganiyê Bulent Tufenkçî, Wezîrê Perwerde Îsmet Yilmaz, Wezîrê Bergîriyê Fikrî Îşik û Wezîrê Tenduristiyê Recep Agdag di şanda Serokwezîrê Tirkiyê de bo Herêma Kurdistanê de ne.