Necmedîn Kerîm: Referandûm bandorê li ser pêkvejiyanê nake

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm tekez dike, 25ê Îlonê referandûma serxwebûna Kurdistanê li parêzgeha Kerkûkê bi rê ve diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîsgeha Parêzgarê Kerkûkê di daxuyaniyek de ragihand, Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm tekez dike, 25ê Îlonê referandûma serxwebûna Kurdistanê li parêzgeha Kerkûkê bi rê ve diçe.

Di daxuyaniyê de hat, Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ligel Rêveberiya Fermangeha Xizmetguzariya Parêzgeha Kerkûkê civiya.

Necmedîn Kerîm tekezî li ser wê yekê kir, referandûm bandorê li ser pêkvejiyanê di navbera pêkhateyên Kerkûkê nake û her pêkvejiyan li wî bajarî dimîne.

Li ser operasyona kontrolkirina Hewêce, Parêzgarê Kerkûkê hêvî xwast ku di zûtirîn dem de operasyona kontrolkirina wî bajarokî dest pê bike, da ku koçber bikarin vegerin ser mal û milên xwe.