Siyasetmedarên Qamişlo: Kurdistana serbixwe, sedema aramiyê ye

Bi zêdedebûna hejmara welatên ku li dijî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê radiwestin, siyasetmedarên Kurd dibêjin ku biryara referandûmê divê bi rê ve biçe .
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Bi zêdedebûna hejmara welatên ku li dijî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê radiwestin, siyasetmedarên Kurd dibêjin ku biryara referandûmê divê bi rê ve biçe.

Piştî ku Herêma Kurdistanê 25ê vê Îlonê wek dema birêvebirina referandoma serxwebûna Kurdistanê diyar kir, hin welat û bi taybetî di dema dawî de daxwaza paşxistina referandûmê dikin û hin jî li dijî wê rawestiyane mîna Tirkiye, Îran û Îraqê.

Encûmena niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibîne ku dijminên Kurdan naxwazin Kurdistaneke azad, demokrat û serbixwe çê bibe ji ber ku li ser berjewendiyên xwe ditirsin. Herwiha tekez dike ku serxwebûna Kurdistanê sedeme sereke ye ji aramiya deverê re.

Serokê xwecihiyên ENKSê Mihsin Tahir ji K24ê re wiha axivî: “Kurdistana serbixwe dê bibe sedemek ku berjewendiyên welatan li ser bêne avakirin, rewşa bê serûberî dê bidawî bibe û dê bêhtir bibe cihê aramiyê li navçê. Ev metirsiyên ku ji berî dameztandina dewleta serbixwe hene, dê ji piştî dameztandinê nemînin.”

Hin siyasetmedarên Kurd dibêjin jî ,ku ji mafê herêmê ye bibe welatekî serbixwe ji ber gelek qurbanî ji bo vî mafî dane , lê ji ber helwestên welatên ku kurdistan dagir kirine, pêşbîn e herêm rastî gelek astengiyan were.

Cîgirê Sekreterê Partiya Yekîtîya Demokratî ya Kurd li Sûriyê Mistefa Meşayix got: “Tabî hin metirsî dê li ser vê gave hebin, naxasim ku Tirkiye, Îran û rêjîma şovînî yên Iraqê metirsiyên wan hene û naxwazin bicih bibin. Ev metirsî îro jî hene û dê sibe jî hebin.”

Bi nêzîkbûna roja referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê re, hejmara welatên ku li dijî wê radiwestin zêde dibe. Lê tevî wê jî, Serokê Herêmê Mesûd Barzanî tekez dike ku referandûm gaveke yasayî ye û biryara tevahiya gelê Kurdistanê ye û heger ti çareserî ji pirsa Kurdî re tune be, biryara referandûmê dê bi rê ve biçe.