Erdogan bo Trump: Emê bersiva her êrîşeke YPGê bidin

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dibêje, wî ji Serokê Ametîkayê Donald Trump re gotiye ger YPG êrîşê Tirkiyê bike ew ê beyî ji ti kesî bipirsin bersiva YPGê bidin.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dibêje, wî ji Serokê Ametîkayê Donald Trump re gotiye ger YPG êrîşê Tirkiyê bike ew ê beyî ji ti kesî bipirsin bersiva YPGê bidin.

Erdogan di derbarê hevdîtina xwe ya digel Serokê Ametîkayê Donald Trump de axifî û got, wan ji Amerîkayê re bi zelalî ragihandine. Ger YPG û PYDê êrîşê Tirkiyê bikin, ew ê li wan bidin. Ji bo vê jî ji ti kesî naşewirin. Heta niha li Babê, Cerablusê û deverên dî yên Sûriyeyê wan li YPGê dane dê dîsa jî bidin.

Serokomarê Tirkiyê da zanîn ku, herwiha wan ji Amerîkayê daxwaz kiriye ku şerê terorê bi hev re bikin, lê Amerîka nêzikî pêşniyarê wan nebûye.

Erdogan diyar kir ku, nabe piştî operasyona Reqayê Kurd li wî bajarî werin bicihkirin, lê divê Ereb werin bicihkirin. Ji ber ku Reqa bajarekî Ereban e.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan pêr 16 Gulanê bi serdanekê gihêşt Washingtonê û li Koşka Spî ligel Serokê Amerîka Donald Trump civiya bû. Erdogan nerazîbûna xwe derbarê alîkariyên Amerîka yên leşkerî ji bo YPGê nîşan dabû.