Bozdag: Almanya berevaniya PKKê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyê Bekir Bozdag, Almanyayê bi berevanîkirina li PKKê tohmetbar dike.

Bozdag derbarê krîza di navbera Almanya û Tirkiyê de axivî û got: Almanya bûye stargeha dijminên Tirkyê. Almanya gelek bi eşkere bervaniya PKKê dike. PKK li Almanyayê xebatên xwe yên rêxistinî gelek bi hêsanî birêve dibe.

Bozdag da zanîn ku, Tirkiye 4 hezar û 500 dosyeyên endamên PKKê daye Almanyayê, lê heta tu encameke erenî peyda nebûye. Tirkiye destêwerdana karên navxweyî û mafê serweriya Almanyayê nake, lê divê Almanya jî têbigihe nîgeranî û daxwazên Tirkiyê.

Duh Wezîrê Derva yê Almanyayê Sîgmal Gabrîel gotibû, Tirkiye mafê serweriya Almanyayê binpê dike.